Akar: Karê korîdora genim asayî bû û îro 6 keştî ji benderên Ukraynayê derketin

Gemî
Gemî

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar ragihand, 6 keştiyên barhilgir dexlûdanê îro danê sibê ji benderên Ukraynayê derketin û got, karê “korîdora genim” bi temamî vegeriya ye rewşa asayî.

Akar di hevpeyvîna xwe ya bi kanala “Haberturk TV” re derbar “korîdora genim” de got: “Tevgera keştiyan bi temamî asayî bûye. Xebatên korîdorê dewam dikin, ev pirseke mirovî ye.”

Akar da zanîn ku di danûstandinên wî bi hevtayê xwe yê Rûs Sergey Şoygu re, wî garantî ji aliyê Ukraynayê ve daye ku korîdora genim ji bo armancên leşkerî neyê bikaranîn.

Akar destnîşan kir ku di çarçoveya peymanê de ji Ukraynayê zêdeyî 10 milyon ton genim hat hinardekirin. Got jî, peymana genim di nava çend rojan da diqede û ji bo dirêjkirina wê danûstandin dewam dikin.

Pêştir Serokomarê Tirkiyê Recep Teyib Erdogan ragihandibû, piştî hevdîtina wî ligel hevtayê wî yê Rûsî Vladimîr Pûtîn û danûstandinên Wezîrên Berevaniyê yên Tirkiyê û Rûsyayê, rêkeftin li ser dubare karkirina korîdora genim hatiye kirin.

Duhî Çarşemê jî, Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand ku Rûsya dê beşdarbûna xwe di rêkeftina xwarekê de ji nû ve dest pê bike, piştî ku ji ber êrîşa Ukraynayê li ser Sêvastopolê di dawiya Cotmehê de, beşdariya xwe rawestandibû.

Fly Erbil Advertisment