Li Agiriyê bûyera trafîkê: 7 kesan canê xwe ji dest dan
Li navçeya Tûtax a Agiriyê otobusa rêwiyan û kamyonek li hev qelibîn, û di encam de agir bi otomobîlan ket, di bûyerê de 7 kesan canê xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) - Li navçeya Tûtax a ser bi parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê otobusa rêwiyan û kamyonek li hev qelibîn û di encamê de agir bi wesayîtan ket, di bûyerê de 7 kesan canê xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn.
Hejmarek zêde ambulans û tîmên agirvemirandinê bo cihê bûyerê hatine şandin û li cihê bûyerê agirekî mezin heye û dûkel bilind dibe.
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, di bûyera navçeya Tûtax a Agiriyê de 7 kesan canê xwe ji dest dane û 11 kes birîndar bûne, ku ji wan rewşa 2 kesan giran e.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag jî di twîtekê de ragihandiye, Serdozgeriya Komarê ya Tûtaxê derbarê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin.
Li Agiriyê bûyereke mezin a trafîkê: 7 kesan canê xwe ji dest danhttps://t.co/2x32DNo7Fh pic.twitter.com/U3wQb8QU94
— Kurdistan24 Kurmanci (@k24_Kurmanci) November 7, 2022