Navên endamên Polîtburoya PDKê diyar bûn

Di civîna îro ya Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de berpirs û endamên desteya kargêrî û endamên polîtburoya partiyê hatin hilbijartin.

Hewlêr (K24) - Di civîna îro ya Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de berpirs û endamên desteya kargêrî û endamên polîtburoya partiyê hatin hilbijartin, Kurdistan24 navên endamên Polîtburoya PDKê belav dike.

Jêderekî agahdar ji Kurdistan24ê re ragihand, her yek ji Sîdad Barzanî, Hêmin Hewramî, Hîwa Ehmed Mistefa, Zagros Fetah, Newzad Hadî, Amîne Zîkrî, Serbest Lezgîn, Piştîwan Sadiq, Elî Husên û Fuad Husên endamên Komîteya Navendî ya PDKê wek endamên polîtburoyê hatin hilbijartin.

Herwiha Fazil Mîranî, Azad Berwarî, Hoşyar Zêbarî, Zeîm Elî, Rêbwar Yelda, Mehmûd Mihemed, Kemal Kerkûkî wek endamên polîtburoya PDKê hatin hilbijartin.

Îro Şemiyê 12ê Mijdara 2022yan, Komîteya Navendî hya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serperiştiya Serok Mesûd Barzanî civiya, di di civînê de neh endamên Komîteya Navendî wek endamên polîtburoyê hatin hilbijartin û heft endamên din jî, ku beriya niha endamên polîtburoyê bûn, hatin hilbijartin.

Roja 3ê Mijdara 2022an, 14emîn Kongreya PDKê li bajarê Duhokê hat sazkirin û di roja yekem a kongreyê de bi yekdengiya endamên kongreyê, Serok Mesûd Barzanî wek Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî wek cîgirên Serokê PDKê hatin hilbijartin.

Fly Erbil Advertisment