Baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Koyê hatin armanckirin
.jpg)
Navenda Nûçeyan (K24) – Baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Koyê ji aliyê Îranê ve hatin armanckirin.
Jêderekî agahdar ji K24ê re ragihand, îro 14ê Mijdara 2022an danê sibê, Îranê bi mûşekan êrîşî barefegên Baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li qezaya Koyê dike.
Qaymeqamê Koyê Terq Heyderî ji K24ê re ragihand: “Îro danê sibê 5 mûşek ji aliyê Îranê ve hatin avêtin û ber bi Koyê ve û li Baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ketin.
Ji aliyê xwe ve, Rêveberê nexweşxaneya Koyê Şêrwan Celal ji K24ê re ragihand, hejmarek şehîd û birîndar gihîştine nexweşxaneyê.
hat gotin ku ji ber metirsiya li ser jiyana xwendekar û mamosteyan, dibistan hatin valakirin.