Serokê Herêma Kurdistanê: Ti bihanek ji êrîşên Îranê re nîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekez dike, “ti bihane ji bo êrîşa Îranê re nîne” û daxwaz ji hikûmeta Bexdayê kir jî, helwesta wê hebe û bêdeng nebe.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 14ê Mijdara 2022an li Hewlêrê di gotarekê de ragihand, “Herêma Kurdistanê tekeziyê li wê dike ku dixwaze bibe faktera aramiyê li navçeyê û pêwendiyên wê yên baş bi Îranê û hemû welatên cîran re hebin û got: “Ew ê di karîna me de ye, me kiriye û berdewam jî dibin. Nabe Herêma Kurdistanê bibe çavkaniya gefê li ser welatên cîran.”

Barzanî got: “Em ti bihaneyekê ji bo mûşekbaranê û şandina dronan li Kurdistanê nabînin û em daxwaz dikin ku sînorek jê re were danîn. Ev yek binpêkirina serweriya Iraqê ye û em bang li hikûmeta Iraqê dikin ku dengê xwe bilind bike û sînorek ji van binpêkirinan re were danîn.”

Îro danê sibê 14ê Mijdarê baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Koye û baregehên Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê li gundê Zirgiwêz ê Silêmaniyê rastî êrîşan hatin.

Li gorî zanyariyan heta niha 2 kes şehîd bûne û 6 kesên din jî birîndar bûne.

Fly Erbil Advertisment