Li Balafirgeha Bexdayê şewat derket
Li holeke Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê şewat derket û ji ber vê yekê çend holên balafirgehê hatin valakirin.
Hewlêr (K24) – Li holeke Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê şewat derket û ji ber vê yekê çend holên balafirgehê hatin valakirin.
Jêderekî ji Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê ji Peyamnêrê Kurdistan24ê re ragihand, agir li kafeteryayeke hola pêşwaziya geştyaran ket û tîmên agirkuj li cihê bûyerê ne û hewl didin şewatê bitemirînin.
Heman jêder tekez kir, heta niha sedema derketina şewatê diyar nebûye û ti geşteke esmanî jî ji ber şewatê ranewestiyaye.
Berevaniya Şaristaniyê ya Bexdayê jî ragihandiye, sê karker ji ber dûmanê tûşî bêhntengiyê bûne û çareseriya pêwîst wergirtine.