DAIŞ kuştina xelîfeyê xwe mikur hat

Rêxistina DAIŞê kuştina serkirdeyê yekem mikur hat û kesekî din li şûna wî destnîşan kir.

Hewlêr (K24) – Rêxistina DAIŞê kuştina serkirdeyê yekem mikur hat û kesekî din li şûna wî destnîşan kir.

Îro Çarşemê 30yê Mijdara 2022yan, di tomareke dengî de rêxistina DAIŞê ragihand, kesê yekem ê DAIŞê "Ebûl Hesen El Qureyşî" hat kuştin.

Li ser çawanî û hûrgiliya kuştina wî serkirdeyî, DAIŞ ti zanyariyek belav nekiriye.

Berdevkek bi navê DAIŞê, di tomareke dengî de eşkere kir, ku rêxistina wan li Ebûl Hesen El Huseynî wek xelîfeyê nû yê DAIŞê hatiye destnîşankirin.