Hêzên ewlehiyê li Kerkûkê şikeftek kirin armanc û li Selahedîn 6 terorîst kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê ragihand, şikeftek çekdarên DAIŞê li parêzgeha Kerkûkê bombebaran kir di heman demê de jî li parêzgeha Selahedîn 6 terorîst ku ji wan 2 xwekuj bûn, hatin kuştin.
Şaneya Ragihandinê roja Şemiyê di daxuyaniyekê de ragihand, şekeftek ku çekarên DAIŞê bi kar dianîn li Pirdê a ser bi Kerkûkê ve ji aliyê firokeyên F-16 hat bombebarankirin.
Ji aliyekî din ve Şaneya Ragehandinê ya Ewlehariyê ragehand, hêzên ewlehiyê bi hevkariya ligel gundiyan karîne 6 terorîstan bikujin ku di nava wan de 2 terorîstên xwekuj hebûn û dest danîn ser çek û kelûpelên wan.
Şaneya Ragehandinê amaje bi wê yekê kir, di encama şer û pevçûnan de kesek ji gundiyan hat kuştin.