Sudanî beşa duyemîn a “diziya sedsalê” vedigerîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Ofîsa ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê îro Yekşemê got: "Beşê duyem ji pereyên bacê yên hatine dizîn ku 134 milyar û 455 milyon dînar e, bi hevkariya Encûmena Bilind a Dadwerî hatiye vegerandin.”
Di daxuyaniya ofîsa Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî de hat gotin, bi şopandina rasterast a Serokwezîr, bi hevkariya Desteya Dadwerî ya Bilind û rayedarên pispor di mijarên destpakiyê de, berdewam in li ser vegerandina pereyên hatine dizîn.
Di daxuyaniyê de vegerandina beşê duyem ji wan pereyan ku bi qasî 134 milyar û 455 milyon dînar e hatiye ragihandin.
Tekez kir ku "ew pere bi awayekî yasayî li ser hesabê bankê yê vekirî yê Banka Rafîdeyn, şaxê sereke, hatiye danîn.
Da zanîn jî, tevahiya pereyên ku hatine vegerandin, 317 milyar û 535 û milyon û 536 hezar û 525 û dînar e.
27 Mijdara borî Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî vegerandina beşa yekem a diziya pereyên bacê ku di medyayê de bi “diziya sedsalê” hatiye naskirin, ragihand.
Ev pere di navbera meha Çile û Tebaxa borî de, ji bo hesabên pênc kompanyayên cuda hatibû veguhastin û piştre bi awayekî nextî ji hesaban hatibû kişandin.
Sudanê gumanbarê yekem aşkere kir ku Nur Zuhêr Casim, xwediyê Al-kompanyayên Qant û El-Mabdoun e ku zêdetirî 1.6 trîlyon dînar bi rêya 114 çekên bankê wergirtine.