Mesrûr Barzanî û Balyozê Yûnanê yê nû li Iraqê civiyan
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 11ê Berfanbarê pêşwazî li Balyozê Yûnanê yê nû li Iraqê Georgios Almanos kir.
Di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Yûnanê li Herêma Kurdistanê Stavros Kyrimis jî tê de amade bû, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarbûna balyozê li Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de ji bo pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Yûnanê de jê re xwast.
Balyozê Yewnanistanê amaje bi pêwendiyên dîrokî û dostane yên di navbera Herêma Kurdistanê û Yûnanê de kir û amadehiya welatê xwe ji bo pêşxistina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê di hemû waran de nîşan da, bi taybetî di warê bazirganî, çandinî, geştûguzar û perwerdeyê de.