HDP dixwaze hevdîtin ligel Abdullah Ocalan were kirin
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Diyarbekirê xwest bo balê bikêşe ser rewşa Rêberê PKKê Abdullah Ocalan meşekê li dar bixe. Lê Parêzgeriya Diyarbekirê hemû cure çalakî qedexe kiribû û rê nehat dayîn.
Diyarbekir (K24) - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Diyarbekirê xwest bo balê bikêşe ser rewşa Rêberê PKKê Abdullah Ocalan meşekê li dar bixe. Lê Parêzgeriya Diyarbekirê hemû cure çalakî qedexe kiribû û rê neda. HDP dixwaze li gel Abdullah Ocalan hevdîtin were kirin ji ber ku dibêjin metirsî li ser tendirustiya wî heye.
Li Diyarbekirê di Parka Koşuyolu de HDP û hevgirtiyên wê xwestin bo balê bikêşin rewşa Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ku ji 20 meh zêdetir e hevdîtin pê re nayê kirin meşek li dar bixin. Lê beriya meşê rojekê Parêzgeriya Diyarbekir ragihandibû ku hemû cure çalakî li bajêr hatine qedexekirin. Ji ber vê yekê jî hêzên asayîşa Diyarbekir girseya bo meşê kom bûyî dorpêç kir û rê neda ku meş were li dar xistin. Li ser vê yekê rayedarên HDPê amaje kirin ku bi awayekî nehiqûqî Ocalan di tecrîdê de ye û divê ev rewş demildest bi dawî bibe.
Parlementerê HDPê yê Agirî Hişyar Ozsoy ji K24ê re diyar kir: “Me xwest daxuyanikê bidin, tenê me ev dixwest. Lê hêzên ewlekariyê em dorpêçkirin rê nadin em daxuyaniyekê bidin. Tiştê ku em dikin ne tawan e, lê tiştê hêzên ewlekariyê li vê derê dikin tawan e. Tecrîda li ser Îmraliyê hem li dijî hiqûqa navnetweyî ye hem jî li dijî hiqûqa navxweyî li Tirkiyeyê ye. Hiqûqa xwe jî binpê dikin.”
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji 7ê Tebaxa 2019an ve bi parêzerên xwe re nikare hevdîtinê bike û li gel malbata xwe jî herî dawî 25ê Adara 2021an bi telefonê axivîbû. Beşdarên çalakiya Diyarbekir gotin metirsî li ser tendirustiya Ocalan heye û bang kirin ku rê li ber hevdîtinê were vekirin
Parlementerê HDPê yê Rihayê û biraziyê Abdullah Ocalan, Omer Ocalan ji K24ê re diyar kir: “Em nizanin jiyana wî û tendirustiya wî çawa ye, em dixwazin wek malbat wek parêzer rojek berî rojê herin hevdîtinê pêk bînin. Armanca me ev e.”
Di çalakiya Diyarbekirê de ji gelek xalan beşdaran xwestin bimeşin lê kom bi kom hatin dorpêçkirin û 2 kes jî hatin binçavkirin. Piştî ku navbera parlementerên HDPê û rayedarên hêzên asayîşê de gotûbêj hat kirin, biryar hat dayîn ku çalakî bi dawî bibe û hêzên asayîşê jî dorpêça ser beşdarên çalakiyê dan rakirin.