Zêdetirî 58 hezar penaberên Iraqî di şert û mercên nebaş de dijîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Navdewletî ya Koçberiyê di raportekê de ragihandiye zêdetirî 58 hezar koçberên Îraqî ku piranîya wan ji deverên rizgarkirî ne, di şert û mercên nebaş de dijîn, lê ji ber nebûna aramî û xizmetguzariyan venagerin malên xwe.
Rapirsînek ku bi 2697 penaberan re li 18 cihên niştecihbûnê pêk hatiye, diyar dike û nêzîkî yek milyon kes ji 125 deverên parêzgehên Selahedîn, Enbar û Nînewayê di pênc salên borî de ji ber şer û pevçûnan koçber bûne.
Raportê bal kişand ser wê yekê ku nêzîkî 1.17 milyon kes li Iraqê hîn di rewşa koçberiyê de dijîn, piştî ku ji berî pênc salan ji mal û warên xwe yên resen derketin.
Di raporê de hat gotin ku “li gorî şert û mercên niha, pêwîstiya lezgîn heye ji bo çareseriyên domdar li hember diyardeya koçberiyê li Iraqê bên danîn.”
Destnîşan kir jî, “baştirkirina şert û mercên jiyanê, dê rê bide ku kesên koçber bi dilxwazî gavan bavêjin û vegerin cihê xwe yên resen, an jî li cihên xwe yên nû bi cih bibin.”