Kuweyt avakirina projeyên niştichkirinê ji bo koçberên Ereb li Efrînê radiwestîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî beşdarbûna wê di guhertina demografî li Efrînê de, Wezareta Karûbarên Civakî ya Kuweytê dayîna moletên cîbicîkirina pirojeyên avedankirinê li Sûriyê rawestand.
Wezareta Karûbarên Civakî û Kar a Kuweytê nivîsek arasteyî serokên encûmena rêveber yên komeleyên xêrxwaziyê yên wî welatî kir û ji wan xwast ku dayîna moletên cîbicîkirina projeyên avakirina komelgehên nişticihkirinên yên xêrxwaziyê li Sûriyê rawestînin.
Piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di Adara 2018an de û bi armanca guhartina nasname û demografiya Efrînê, bi hevkariya hin dezgehên xêrxwazî yên welatên Ereban ji wan jî Kuweyt û Filistînê, hin komelgehên nişticihbûnê ji Erebên hawerde yên li Efrînê hatine bicihkirin re hatine avakirin, wek gundê Kuweyt Rehme û gundê Besme û çend komelgehên din.

Derbarê vê biryara Wezareta Karûbarên Civakî û Kar a Kuweytê de, Endamê Navenda Lêkolîn a ji bo Lêkolînên Yasayî, parêzer Îmad Şêx Hesen pêşwazî li vê biryarê kir û li ser hejmara xwe tora civakî “Facebook” belav kir û diyar kir ku wan ligel hejmarek ji sazî û rêxistinên yasayî nameyek ji bo rawestandina karên van rêxistanên xêrxwaziyê arasteyî Emîrê Dewleta Kuweytê Şêx Newaf El-Ehmed El-Cabir El-Sabah kirine.
Parêzer Îmad Şêx Hesen diyar kir ku ew name ji aliyê Navenda Lêkolîn a ji bo Lêkolînên Yasayî, Koma Kar ji Efrînê, Desteya Yasayî ya Kurdî, Hevpeymaniya Kurdên Swêsrayê û Encûmena Êzidiyên Sûriyê ve di 4ê Sibata 2022an de ji bo Emîrê Dewleta Kuweytê Şêx Newaf El-Ehmed El-Cabir El-Sabah re hatiye şandin.
Di nameya wan sazî û rêxistinan de hatiye: “Tiştê herî bi êş ew e ku gelek kes û alî ketine û dikevin xefika derew û xapandinên Tirkiyê û Partiya Dad û Geşepêdanê ya bi serokatiya Erdogan. Cihê mixabiniyê ye jî ku di nav wan aliyan de rêxistinên xêrxwazî yên bi navê Dewleta Kuweytê hene.”

Di nameyê de hatiye diyarkirin, “Rêxistinek heye bi navê (Komeleya Xêrxwazî ya Navdewletî ji bo Geşepêdanê "Tanmia" û navnîşana wê (Mala 57, Kolana 23, Hawalli, Kuweyt) e projeya (Besme Emel) li ser erdekî desteserkirî yê Kurdekî Sûrî ava dike ku ji mal û milkên xwe hatine derxistin û bi darê zorê hatine koçberkirin, ji bo ku koçber bi awayekî mayînde li wir bêne bicihbikin, bi vî awayî jî demografiya herêmê biguherînin û nasnameya Kurdî jê bibin.”
Her derbarê rêgirtin li projeyên guhartina demografiya Efrînê û bicihkirina koçberên Ereb û Filistiniyan li cihê Kurdên resen ên Efrînê, Şandeke Kurdên Efrînê roja 8ê Îlona 2022an serdana Konsulê Filistînê yê li Hewlêrê Nezmî Hizûrî kirin û nameyeke nerazîbûnê radestî wî kirin.
Piştre jî Wezîrê Derve û Koçberan ê Filistînê Riyaz El-Malikî roja 18ê Îlonê bersiva nameya şandeke xelkê Efrînê da û got: “Em niştecihkirina her Filistîniyekî li ser axa Kurdî û ne-Kurdî red dikin.”
