Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxiyê li malbata Şehîd Akam Umer dike
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî sersaxî li malbat û kesûkarên Şehîd Akam Umer kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî sersaxî li malbat û kesûkarên Şehîd Akam Umer kir.
Îro Sêşemê 13ê Berfanbara 2022yan, Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî Piştîwan Sadiq serdana malbat û kesûkarên Akam Umer kir û bi navê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî sersaxî xwest û hevxemiya wî gihande kesûkar û malbata Akam Umer.
Piştîwan Sadiq diyar kir: “Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hevsoz û xembar e bi vê bûyerê ku bû sedema birîndarbûn û şehîdbûna rehmetî Akam Umer û ji Xwedayê mezin daxwaz dike ku cihê şehîd bihişt be û aramî bibexşîne malbat û kesûkar û hevalên wî.”