Cenazeyê Fermandarê Hêzên Komando Akam Umer gihîşte Kurdistanê
Hewlêr (K24) – Cenazeyê Fermandarê Hêzên Komando yên Kurdistanê Akam Umer bi rêya Balafirgeha Silêmaniyê gihîşte Herêma Kurdistanê û îro dê ji Silêmaniyê bo Hewlêrê were veguhestin û li Goristana Şêx Ehmed bi xakê were spartin.
Îro Şemiyê 17ê Berfanbara 2022yan, cenazeyê Şehîd Akam Umer gihîşte Silêmaniyê di merasîmekê de pêşwazî lê hat kirin. Biryar e piştî nîvro cenazeyê Fermandarê Hêzên Komando yên Kurdistanê bigihe Hewlêrê û li gor malbata wî ragihandiye, dê li Goristana Şêx Ehmed were veşartin.
Roja 19ê Cotmeha 2022yan, Hêzên Komando bi serperiştiya Fermandar Akam Umer serdana sînorê Germiyanê kir û di operasyonê de mayînek bi wesayîta wan ve teqiya û efser Zuhêr Mihemed canê xwe ji dest da û Akam Umer û heft pêşmergeyên din ên Hêzên Komando yên Kurdistanê birîndar bûn.
Fermandarê Hêzên Komando yên Kurdistanê piştî 10 roj ji mana li Nexweşxaneya Farûq a Silêmaniyê, bo Almanyayê hatibû veguhestin û roja 12ê Berfanbarê, ji ber giraniya birîna xwe canê xwe ji dest da.