Metîn Pîranî, Jiyan Tîmurtaş û Şerzan Kiliçaslan hatin berdan
Di 17ê Berfanbarê Roja Ala Kurdistanê de Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê (CNK) li Qada Şêx Seîd a Diyarbekirê, Ala Kurdistanê bi balonan ve girêdan û firandin.

Diyarbekir (K24) - Endamên Ciwanên Netewî yên Kurdistanê (CNK) Jiyan Tîmurtaş û Şerzan Kiliçaslan ku di Roja Ala Kurdistanê de ji ber firandina Alaya Kurdistanê hatibûn binçavkirin, serbast hatin berdan. Herwiha Berdevkê Hereketa Azadî Metîn Pîranî jî ku 19ê Berfanbarê de hatibû binçavkirin hat berdan.
Di 17ê Berfanbarê Roja Ala Kurdistanê de Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê (CNK) li Qada Şêx Seîd a Diyarbekirê, Ala Kurdistanê bi balonan ve girêdan û firandin.
Li ser vê yekê Berdevkê CNKê Jiyan Tîmûrtaş û endamê CNKê Şerzan Kiliçaslan hatibûn binçavkirin. Herdu endamên CNKê ku 4 roj bûn desteserkirî bûn, serbest hatin berdan.
Herwiha Berdevkê Hereketa Azadî Metîn Pîranî jî ku di 19ê Berfanbarê de hatibû binçavkirin, bi mercê ku dernekeve derveyî Tirkiyeyê serbest hat berdan.