Berdevkê Fermandehiya Operasyonên Hevbeş: DAIŞê taktîka xwe guhertiye
Tehsîn Xefacî ragihand, DAIŞê taktîkên xwe yên şer guhertiye û hewl dide di medyayê de xuya bibe.
Hewlêr (K24) - Berdevkê Fermandehiya Operasyonên Hevbeş a Iraqê Tehsîn Xefacî ragihand, DAIŞê taktîkên xwe yên şer guhertiye û hewl dide di medyayê de xuya bibe.
Tehsîn Xefacî destnîşan kir, rêxistina DAIŞê taktîkên xwe guhertiye û teqemeniyên bidestçêkirî li dijî artêşa Iraqî bikar tîne.
Xefacî dibêje: "Rewşa ewlekarî li Iraqê di bin kontrolê de ye û tiştê ku li deverên cuda diqewime, hewleke DAIŞê heye ku di medyayê de xuya bibe, ji ber ku hebûna xwe û hêza xwe ji dest daye."
Herwiha tekez kir ku rêxistinê taktîkên xwe yên şer guhertiye û karwanên serbazî û ewlekarî bi bombeyên bidestçêkirî armanc dike, ku ev yek hêzên ewlekarî han dide ku bilez tedbîrên xwe yên ewlekarî û îstixbaratî ji bo têkbirina şaneyên DAIŞê li Iraqê bileztir bikin.
Ji aliyê din ve Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro bi serpereştiya civîneke ewlehiyê li ser rewşa parêzgehên Kerkûk û Diyalayê gotûbêj kir.
Çekdarên DAIŞê şeva borî êrişî gundekî navçeya Xelsî ya parêzgeha Diyala kirin. Navê gund “Elûbalî” bû û çekdarên DAIŞê li wir êrişî wesayîteke sivîlan kirin û di encamê de 8 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.
Roja 18ê Kanûnê jî bombeyek li nêzîkî gundê Sefre yê ser bi navçeya Reşad li başûrê Kerkûkê teqiya û di encamê de 9 polîs hatin kuştin û 2 polîs jî birîndar bûn.
Di 19ê Mijdarê de li ser sînorê Qerehencîr û Kerkûkê 4 leşkerên Iraqî di êrîşeke li dijî xaleke kontrolê ya artêşa Iraqê de hatibûn kuştin.