Mesrûr Barzanî zêdetirî pênc milyar dînar ji bo projeyên Enkawa terxan kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rizamendî da li ser terxankirina zêdetirî pênc milyar dînar bi mebesta cîbicîkirina projeyên qezaya Enkawa ya li parêzgeha Hewlêrê.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rizamendî da li ser terxankirina zêdetirî pênc milyar dînar bi mebesta cîbicîkirina projeyên qezaya Enkawa ya li parêzgeha Hewlêrê.

Wezîrê Şarevanî û Geştûguzariyê Sasan Ewnî îro Pêncşemê 22ê Berfanbara 2022yan ragihand, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rizamendî daye li ser xerckirina bi qasî 5 milyar û 500 milyon dînar bi awayekî neqdî li ser budceya veberhênana Wezareta Şarevanî û Geştûguzariyê, bi mebesta cîbicîkirina projeya qîrkirina cadeyan û çêkirina peyarê û gihandina avê li kerta 128 a Enkawayê.

Sasan Ewnî li ser bandora vê budceyê ji bi pêşvebirina projeyên Enkawayê got: “Ev budce dê bibe sedema pêşvebirina zêdetir a projeyên xizmetguzariyê yên Enkawayê û ji aliyê xizmetguzariyê ve jî, bajarok pêngaveke din diçe pêş û aştiya xizmetguzariyan tê de bilind dibe.”

 

Fly Erbil Advertisment