Parlamenteriya Semra Guzel hat betalkirin
Mafê parlamenteriyê ji Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel, bi 330 dengên "erê" hat standin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Parlamentoya Tirkiyê ji bo standina mafê parlamenteriyê ji Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel, dengdan hat kirin û bi 330 dengên "erê", parlamenteriya Guzel bi hinceta "nehatina parlamentoyê" hat betalkirin.
Semra Guzel piştî ku wêneyên wê yên digel gerîlayekî PKKê belav bûbûn, di 1ê Adarê de parêzbendiya wê hatibû rakirin û 2ê Îlonê de jî hatibû girtin.
Guzel bi hinceta ku di meha Hezîranê de 5 car û bi giştî 6 caran beşdarî Civîna Giştî ya Parlamentoyê nebûye, ji bo betalkirina parlamenteriya wê, dengdan hat kirin.
Di dengdanê de 372 deng hatin dayîn, ji wan 330 deng ji bo betalkirina parlamenteriya wê "erê", 42 deng jî "red" kirin. Parlamenterên AK Partî, MHP û Partiya ÎYÎ ji bo betalkirina parlamenteriya Guzel deng dan.