Parêzerên Fîncanci: Şebnem Korur Fîncanci bi awayekî nedadperwerî tê darizandin
Seroka Yekîtiya Bijîşkên Tirk Şebnem Korur Fîncanci ku bi bangeşeya rêxistina terorî tê darizandin û derbarê wê de 7 sal û 6 meh cizaya zindanê tê xwestin, cara yekem derket pêşberî dadgehê.
Stenbol (K24) - Seroka Yekîtiya Bijîşkên Tirk Şebnem Korur Fîncanci ku bi bangeşeya rêxistina terorî tê darizandin û derbarê wê de 7 sal û 6 meh cizaya zindanê tê xwestin, cara yekem derket pêşberî dadgehê. Parêzerên Fîncanci amaje kirin mafê yasayî yên Fîncanci hatiye binpêkirin divê demildest were berdan. Lê dadgehê biryara berdewamiya girtina Fîncanci dan û dozê bo 29ê vê mehê paş xist.
Şebnem Korur Fîncanci ku bi bangeşeya rêxistina terorê tê tohmetbarkirin, piştî ku di ser girtina wê re 2 meh derbas bû, cara yekem derket pêşberî dadwer û dozgerên li dadgeha Çaglayan a Stenbolê.
Beriya destpêkirina dozê nûnerên saziyên sivîl, bijişkî, konsulxaneyên çend ji welatên Ewropayê û parlameterên CHP, HDP, Partiya Karkerên Tirkiyê ji bo piştgiriya Fîncanci li hev kom bûn û daxwaza berdana wê kirin.
Cîgirê Serokê Komîteya Daimî ya Bijîşkên Ewropayê Ole Johan Bakke diyar kir: “Em bi tu awayî girtina Prof. Dr. Fîncancî qebûl nakin û girtina zanyarekê şermezar dikin. Divê Fîncanci bê merc demildest were berdan.”
Endamê Yekîtiya Bijîşkên Tirk Kadir Menguç ji K24ê re ragihand: “Girtina Fîncanci wek êrîşeke li ser mafên mirovî ye û em ê mil bidin hev bi piştgiriyeke xurt em ê vê proseyê têk bibin.”
Dozger bi hinceta bangeşeya rêxistinê derbarê Fîncanci de daxwaza cezayê zindanê kir. Piştî ku parêzeran parastina xwe bi dawî kirin, şandeya dadgehê biryara paşxistina dozê bo 29ê Berfanbarê da.
Nêzîkî 300 parêzer serlêdan kirin ku ji bo parastina Fîncanci beşdarî dozê bibin lê dadgehê tenê 3 parêzeran qebûl kir. Li gor parêzerên Fîncanci doz bi awayekî neadilane hatiye vekirin û ev dozeke siyasî ye.
Parêzera Şebnem Korur Fîncanci Merîç Eyuboglu ragihand: “Fîncanci ku nûnera 100 hezar bijîşkan e piştî desthilat û medyaya nêzî hikûmet ew armanc girt hat girtin. Fîncanci ji Enqere heta dadgehê Stenbolê bi destê wê kelemçekirî anîn. Girtina wê jî darizandina wê jî derhiqûqî ye. Me careke din dît dad û hiqûq li vî welatî tune ye.”
Beriya dozê tedbîrên berfireh ên hêzên ewlekariyê bal kişand. Çar aliyê qada Çaglayanê a li pêşiya dadgehê bi berbestan hate dorpêçkirin û qad bi temamî ji hêla polêsan ve hat girtin.
Fîncanci beriya du mehan der barê operasyona Tirkiyê ya li Başûrê Kurdistanê dijî PKKê gotibû: Dibe ku çekên kimyewî hatine bikaranîn ji bo zelalkirina bûyerê divê şandeyeke serbixwe û navdewletî lêkolînekê bike. Li ser van gotinan Fîncanci bi bangeşeya rêxistina terorî hatibû girtin.