Sûdanî ji K24ê re: Kirîstiyan pêkhateyeke sereke ya Iraqê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî li Dêra Seyîd Nejat a li Bexdayê ragihand, amadebûna her sê serokatiyên Iraqê di merasima jidayîkbûna Îsa Mesîh de, girîngiya civaka Mesîhî ji bo her sê serokatiyên Iraqê tekez dike.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiye Sûdanî di dema beşdarbûna di merasima jidayikbûna Hezretî Mesîh de di bersiva peyamnêrê K24ê de got: Kirîstiyanên Iraqê pêkhateyeke sereke ne li vî welatî û amadebûna serokatiyan di merasima ji dayikbûna Îsa Mesîh de, giringiya vê pêkhateyê ji bo her sê serokatiyên Iraqê nîşan dide.

Sûdanî got: “Amadebûna me di merasîmê de, bê guman tekeziyê li peyama biratî û yekitiya gelên Îraqî dike. Kiristiyanî pêkhateyeke sereke ye. Ev pêkhate wek netewên Îraqî yên din hatiye armanckirin û dêra Seyîd Nejat berê rastî êrîşên terorîstî hatiye. Amadebûna me li vir, tê wê wateyê ku xelkê bi ser hizra tundrew a li Îraqê ketine.”

Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî îro pêştir jî li ser Twitterê pîrozbahî li Kirîstiyanên Îraqî kir û got: “Ez pêkhateya Mesîhî û hemû gelên Iraqê pîroz dikim.”

Her wiha di twîtterê de got: “Firehrengiya pêkhateyên Iraqê, ji bo me hemûyan çavkaniya hêz û serbilindiyê ye.”