Li Mûşê bo 14 rojan hemû çalakî hatin qedexekirin
Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê ji bo 14 rojan, hemû çalakî û xwepêşandan hatin qedexekirin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê ji bo 14 rojan, hemû çalakî û xwepêşandan hatin qedexekirin.
Parêzgariya Mûşê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ji bilî çalakiyên ku parêzgarî û qeymeqamî guncaw bibînin, di nav sînorên parêzgeha Mûşê de ji 1ê Çileyê demjimêr 00:01 heta 14ê Çileyê demjimêr 23:59, ji bo 14 rojan, hemû cûre çalakî û xwepêşandan hatin qedexekirin.
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin, "hemû çalakiyên wekî kombûn, meş, xwepêşandan, çalakiya rûniştinê, vedana konan, vekirina standan û herwiha belavkirina danezan û broşuran ji 1ê Çileyê demjimêr 00:01 heta 14ê Çileyê demjimêr 23:59, ji bo 14 rojan, hemû cûre çalakî û xwepêşandan hatin qedexekirin.".