Wezareta Ewqaf: Li Herêma Kurdistanê 5800 mizgeft û 145 dêr hene
Li Herêma Kurdistanê 7 ol hene û hemû di çarçoveya Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê destûr ji wan re hatiye dayîn.

Hewlêr (K24) – Li gor zanyariyên ku li malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine belavkirin, li Herêma Kurdistanê 7 ol hene û hemû di çarçoveya Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê destûr ji wan re hatiye dayîn û li gor yasayan di çarçoveya rêveberiyekî bi navê "Pêkvejiyana Olî" de hatine rêkxistin çalakiyên xwe encam didin.
Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê di raporteke rojnamevanî de ragihandiye, li deverên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê, 5800 mizgeft, 145 dêr û 400 cîhên olên cuda hene, ku di kabîneya nehem de planek ji bo wan hatiye danîn ku li ser erkê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî werin nûjenkirin, ku di nûjenkirinê de bi tirbeya Sultan Muzafereddîn a li bajarê Hewlêrê, Mizgefta Kak Ehmedê Şêx û Mizgefta Mezin a li Silêmaniyê, Binkeyê Laleş û gelek cîhên din li bajarê Duhokê, hatiye destkirin.
Derbarê hejmar û navên wan ol û baweriyên li Herêma Kurdistanê hene û bi awayekî fermî hatine naskirin, Berdevkê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî Nebez Îsmaîl ji malpera fermî ya Hikûmeta Kurdistanê re ragihandiye, li gor yasaya hejmara 5 a sala 2015an a Parlamentoya Kurdistanê, 7 ol li Herêma Kurdistanê destûr ji wan re hatiye dayîn û li gor yasayan hatine rêkxistin û nûnertiya wan li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî de heye, herwiha di çarçoveya rêveberiyekî bi navê "Pêkvejiyana Olî" de çalakiyên wan hene.
Nebez Îsmaîl diyar kiriye, herdu pêkhateyên olên Mesîhî û Êzdî xwedî rêveberiyên giştî û karûbarên taybet ên xwe ne û ew bi xwe birêve dibin. Lê ser bi Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ne.
Derbarê navên olan de jî, Berdevkê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî diyar kiriye, Îslam, Mesîhî, Êzdî, Behayî, Sabîeyê Mendayî, Cihû û Zerdeştî bi fermî tên naskirin û ew ol û baweriyan hemû jî çalakiyên wan hene û pêwendiyeke bihêz di navbera wan de heye û beşdarî bone û merasîm û çalakiyên hev jî dibin.
Nebez Îsmaîl eşkere kiriye, li Herêma Kurdistanê 5 hezar û 800 mizgeft hene, ji wê hejmarê 3 hezar û 200 mizgeft xutbeya înê tê de tê xwendin, ku di çarçoveya tîmeke bilind a danîna xutbeyê de serperiştiya wan tê kirin.
Herwiha diyar kir, li Herêma Kurdistanê 145 dêr hene û li gor pêwîstiya cih, Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniya dirustkirina dêran dike.
