Du qurbaniyên êrîşa Parîsê li Mûş û Qersê bi axê tên spartin

Navenda Nûçeyan (K24) – Du qurbaniyên êrîşa Parîsê îro li Mûş û Qersê bi axê tên sipartin, Parêzgeha Qersê jî her cure xwepêşandan û çalakî qedexe kirin.

Roja 23ê Berfanbara 2022yan, kesekî temen 69 salî li Parîsa paytexta Fransayê bi çek êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya kir û di encamê de 3 welatiyên Kurd ên bi navê Mîr Perwer, Emîne Kara û Evdirehman Kizil kuştin û 3 kes jî birîndar kirin.

Tê çaverêkirin, qurbaniyê êrîşa Parîsê Evdirehman Kizil îro li bajarî Mûsê bi merasîmekê bi axê were spartin.

Di wê derbarê de jî, Parêzgeha Qersê daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku, li nav sînorên bajarê Qersê ji bo “astengkirina aloziyan, bûyerên tundiyê û parastina nîzama civakî” her cure çalakî û xwepêşandan bo dema heft rojan hatiye qedexekirin.

Biryar e hunermend Mîr Perwer jî dê li Mûşê bi axê were sipartin û Parêzgeha Mûşê jî berî niha du rojan biryar dabû ku çalakî û xwepêşandanan heta 14ê mehê qedexe bin.

Fly Erbil Advertisment