Avahîsazên Diyarbekirê: Banka li hember me nijadperestiyê dikin
Li Diyarbekirê ji aliyê avahîsazan ve hat ragihandin ku li aliyekê banka krediyan nadin û li aliyekê jî her ku diçe bihayê betonê zêde dibe ku wisa biçe dê li Diyarbakirê çêkirina avahiyên nû were asta rawestanê.
Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê ji aliyê avahîsazan ve hat ragihandin ku li aliyekê banka krediyan nadin û li aliyekê jî her ku diçe bihayê betonê zêde dibe ku wisa biçe dê li Diyarbakirê çêkirina avahiyên nû were asta rawestanê.
Komeleya Avahîsazên Înşaatê ya Diyarbekir DÎMDERê bi civîneke çapemeniyê bal kêşand ser pirsgirêkên qada avahîsaziyê. Di civînê de hat gotin ku qeyrana aboriyê bandora xwe li çêkirinê avahiyên nû jî dike û bi taybetî jî kompaniyên avahiyan çêdikin nikarin ji bankayan krediyê bikêşin. Nûnerên avahîsazan dibêjin helwesta bankayan li rojavayê Tirkiyê cuda ye û li Bakurê Kurdistanê cuda ye û didin zanîn ku eger wisa bidome dê navên wan bankayan jî di rojên pêş de ji raya giştî re eşkere bikin.
Serokê DÎMDERê Azîz Elaldi ji K24ê re diyar kir: “Banka li dijî kompaniyên ku li herêma me kar dikin di nava helwesteke neyînî de ne. Kompaniyek li rojavayê Tirkiyeyê dikare 100 milyon lîre kredî bikêşe lê li herêma me nikare 5 milyon lîre bikêşe. Ev helwest nayê qebûlkirin. Ev helwestek nijadperest e. Wisa bidome em ê di rojên pêş de navê wan bankayan ji raya giştî re eşkere bikin.”
Avahîsaz dibêjin di nav salekê de %100 zêdetir zam hatiye ser bihayê betonê û dema rewş wisa be jî ew nikarin avahiyên ku destê wan de ne temam bikin û dibêjin heman rewş bi sedan cûreyên kelûpelên di çêkirina avahiyan de tê bikaranîn de wisa ye.
Xwediyê kompaniya çêkirina avahiyan Yusuf Kaya ji K24ê re ragihand: “Lêçûnên me di her cûreyê kelûpelan de zêde dibin. Di beton, cam, hesin, mobîlya de her alî de zêde dibin. Min par metirsêgoşeya betonê 250 lîreyî distand lê îro bi 1400 lîre ye. 700 xanî deste min de bû û betona wan 11 milyon lîre bû, niha dike 40 milyon lîre.”
Komeleya Komeleya Avahîsazên Înşaatê ya Diyarbekirê DÎMDERê ragihand ku 300 endamên wan hene û derdora 1000î kompaniyên wan hene û eger bihayên betonê de daxistinek çênebe dê ji 9ê Çileyê roja duşemê pê de di çêkirina avahiyan de rijandina betonê bidin sekinandin.