Serok Barzanî: Em tekeziyê li çanda aştîxwazî û pêkvejiyanê ya gelê Kurdistanê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya hatina Cejna Qewiltas ya Kakeyîyan, pîrozbahî li pêkhateya Kakeyî (Yarsaniyan) kir.

Peyama Serok Barzanî

Bi navê Xwedayê dilovan û mîhreban

Bi boneya hatina sê şevên yaran (Qewiltas) yên Kakeyiyan, pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû xwişk û birayên Kakeyî yên Kurdistan û cîhanê dikim.

Hêvîdar im xwişk û birayên Kakeyî û hemû pêkhateyên olî û netewî yên Kurdistanê hertim bone û cejnên xwe di bextewerî û aramiyê de û dûrî nexweşî û azarê de bikin.

Bi vê boneyê em tekeziyê li çanda aştîxwazî û pêkvejiyanê ya gelê Kurdistanê dikin.

Bimînin di xêr û xweşiyê de

Mesûd Barzanî

7/1/2023

 

 

Fly Erbil Advertisment