Êzdiyên li derveyî welat encûmeneke bilind a cibicîkar ava kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Êzidiyên li derveyî welat bi amadebûna Mîrê Êzidiyan, encûmeneke bilind a cibicîkar ji bo birêvebirina karûbarên Êzidiyan ava kirin.

Kurdên Êzidî yên li derveyî welat, duhî 7ê Çile li bajarê Kolnê yê Almanyayê bi serperiştiya Mîr Hazim Tehsîn Beg civiyan û encûmeneke bilind a cibicîkar bo Êzidiyan ava kirin ku dê xwedî erkên îdarî û siyasî be.

Li gor zanyariyên K24ê, Encûmena Ruhanî ya Êzdiyan jî dê tenê erkê wê olî be.

Civîna îro ya Kurdên Êzdî, ji piştî karesata Şingalê ya sala 2014ê, wek yekemîn civîna Êzdiyên li derveyî welat tê zanîn.

Evy ek di demekê de ye, biryar e di vê mehê de, Parlamentoya Almanyayê ji bo qebûlkirina dosyaya Êzidiyan weke jenosîd bicive.

Endamekî şanda Êzidiyan ku biryar e li rûniştina Parlamentoya Almanyayê beşdar bibe ji K24ê re got, civîn dê di dawiya vê mehê de were lidarxistin û hemû belge û amarên derbarê jenosîda li dijî Êzdiyan hatine amadekirin.

Di dema êrîşa DAIŞê ya li ser Şingalê de, Kurdên Êzîdî rastî jenosîdê hatin û 6417 kurdên Êzîdî ji aliyê çekdarên wê rêxistinê ve dîl hatin girtin. Heta niha 3562 kes bi alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine rizgarkirin û yên din jî winda ne. her wiha hin ji wan di gorên komî de hatin jenosîdkirin ku heta îro 83 gorên bikomî hatine dîtin. Ligel wê jî DAIŞê 68 mezar û perestgehên Kurdên Êzîdî wêran kirin.

Di Komkujiya Şingalê de 2745 zarok bê bav man, Nêzîkî 400 hezar Kurdên Êzidî koçber bûne ku piraniya wan venegeriyane û di konan de li kampan dijîn.

Fly Erbil Advertisment