Geştên Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatin rawestandin

Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê
Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber rewşa keşûhewayê, Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hemû geştên xwe yên asmanî rawestandin.

Rêveberê Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar ji K24ê re ragihand, ji ber rewşa keşûhewayê û mija zêde, îro danê sibê geştên asmanî hatine rawestandin.

Ji îro danê sibê ve mijeke dijwar çend navçeyên cuda ên Herêma Kurdistanê girtiye.

Rêveberê Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê destnîşan kir jî, her dema rewşa keşûhewayê asayî bibe, dê geştên firokeyê ji nû ve dest pê bikin.

Fly Erbil Advertisment