Serbest Lezgîn: YNKê wek tê xwastin rêkeftina siyasî ya bi PDKê re cibicî nekiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Rêxistina Hewlêrê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand, YNKê rêkeftina xwe ya siyasî ligel Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) wek tê xwastin cîbicî nekiriye. Got jî, YNKê di kabîneya nehem de ji para xwe zêdetir, post wergirtine.

Berpirsê Rêxistina Hewlêrê yê PDKê Serbest Lezgîn îro 9ê Çileya 2023an ji K24ê re got: “Eger em rêkeftina siyasî ya di navbera YNK û PDKê de hatiye îmzekirin binirxînin, em ê bibînin ku YNKê wek tê xwastin pabendî prensîp û xalên di rêkeftinê de nebûye. Em weke PKK’ê ji vê mijarê gelekî nîgeran in.”

Serbest Lezgîn got jî: “Rêkeftina YNK û PDK’ê ya ji bo pêkanîna Kabîneya Nehem bi zêde hatiye cibicîkirin, ji berk u YNKê li gor encamên hilbijartinan zêdetir postên xwe di hikûmetê de wergirtine.”

Berpirsê Rêxistina Hewlêrê yê PDKê got jî: “Em her dem amade ne ku ligel YNK û hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bicivin û gotûbêjan bikin.”

Serbest Lezgîn YNKê jî weke hevbeşê sereke yê PKKê bi nav kir û pêwîst dît ku pirsgirêkên di navbera PKK û YNKê de, bi diyalogê bêne çareserkirin.

 

Fly Erbil Advertisment