Du ciwanên Kurd li Malezyayê beşdarî konferanseke navdewletî bûn

Di konferansê de derbarê gelê Kurd û Kurdistanê de semînerek pêşkêşî amadebûyan kirin.

Hewlêr (K24) – Du ciwanên Kurd bi nûnertiya ciwanên Iraq û Kurdistanê bi cilûbergên Kurdî û Ala Kurdistanê, li Malezyayê beşdarî konferanseke navdewletî bûn, ku bi beşdariya hejmareke berçav a ciwanên welatên Asyayê, sê roj berdewam bû.

Ciwanên Kurd, Mihemed Mesîh û Îsa Ebdî ku du xortên devera Barzan in, di rojên 6-8ê Çileya 2023an de li Kuala Lumpura paytexta Malezyayê, beşdarî Konferansa Dîplomatkarên Navdewletî bûn û di konferansê de derbarê gelê Kurd û Kurdistanê de semînerek pêşkêşî amadebûyan kirin.

Di nava sê rojên konferansê de çendîn çalakiyên dîplomasî, çandî û rewşenbîrî bi beşdariya hemû ciwanên nûnerên welatên xwe, birêve çû, di dawiyê de jî xelat û madelyaya rêzgirtinê ji beşdaran re hat dayîn.

 

Fly Erbil Advertisment