Seroka TTBê Şebnem Korur Fincanci hat berdan

Dadgehê derbarê Seroka Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci de 2 sal û 8 meh û 15 roj ceza da, ji ber ku cezayê jê re hatiye diyarkirin, ji 3 salan kêmtir e, Fincanci serbest hat berdan.

Seroka Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci
Seroka Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci

Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgehê derbarê Seroka Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci de 2 sal û 8 meh û 15 roj ceza da, ji ber ku cezayê jê re hatiye diyarkirin, ji 3 salan kêmtir e, Fincanci serbest hat berdan.

Îro Çarşemê 11ê Çileya 2023an, sêyemîn rûniştina doza Seroka Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci birêve çû. Şebnem Korur Fincanci, ku 7 sal û 6 meh cezayê zindanê jê re dihat xwestin, bi biryara dadgehê hat berdan.

24emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê 2 sal û 8 meh û 15 roj ceza da Fincanci, lê ji ber ku cezayê ku jê re hatiye diyarkirin, ji 3 salan kêmtir e, Fincanci serbest hat berdan.

Seroka Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci, piştî ku 20ê Cotmehê îhtimala bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve li dijî PKKê anîbû ziman, 26ê Cotmehê li Stenbolê bi hinceta “propagandaya rêxistina terorê” hatibû desteserkirin û 27ê Cotmehê ji aliyê dadgehê ve hatibû girtin.

Fly Erbil Advertisment