Parlamenterên Almanyayê daxwaza nasandina jenosîda Êzidiyan dikin
Parlamentera Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê (SPD) Derya Turk-Nachbaur ragihand, sê grûpên parlametoyê yên hevpeymaniya desthilatdar ligel parlamenterên Partiya Parêzgaran li ser pêşniyarekê ji bo nasandina jenosîda Êzidiyan li hev kirine.

Hewlêr (K24) – Parlamentera Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê (SPD) Derya Turk-Nachbaur ragihand, sê grûpên parlametoyê yên hevpeymaniya desthilatdar ligel parlamenterên Partiya Parêzgaran li ser pêşniyarekê ji bo nasandina jenosîda Êzidiyan li hev kirine û dixwazin roja 19ê Çileyê pêşkêşî Parlamentoya Almanyayê bikin.
Li gor reşnivîsa daxuyaniyê ku ajansa AFPê belav kiriye, tawanên li dijî Êzidiyan wek jenosîd didin nasandin, ev jî piştî nirxandina yasayî ya ji aliyê lêkolînerên Neteweyên Yekbûyî piştî pêngava şêweya Holanda, Belçîka û Awustralyayê.
Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Beg li ser vê mijarê ji Kurdistan24ê re ragihandibû, heta niha 12 welat jenosîda Êzidiyan nas kirine û biryar e 19ê vê mehê, li Parlamentoya Almanyayê bi mebesta naskirina jenosîdê, pêşwazî li wan were kirin.
Dema êrîşa ser Şingalê ji aliyê DAIŞê ve, bi awayê herî tund û dirandane, Kurdên Êzidî ketin ber pêla jenosîdkirinê û 6417 Kurdên Êzidî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin revandin, ku heta niha bi hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê karîne 3562 kes werin rizgarkirin û ewên din heta niha jî winda ne.
Herwiha beşek ji wan di gorên komî de hatine komkujî û jenosîdkirin, ku heta niha 83 gorên bi kom hatine dîtin û ligel wê jî, DAIŞê 68 goristan û perestgehên Kurdên Êzidî ji nav birine û wêran kirine.
Di komkujiya Şingalê de 2 hezar û 745 zarok bê dê û bav mane, ligel wê jî nêzîkî 400 hezar Kurdên Êzidî aware bûne û heta niha jî piraniya wan venegeriyane cih û warê xwe û di çadirên kampan de jiyaneke dijwar dijîn.