McGurk serdana Herêma Kurdistanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Koordînatorê Koşka Spî bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Brett McGurk serdana Herêma Kurdistanê dike û ligel berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê dicive.
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî ji K24ê re ragihand, biryar e di çend demjimêrên bê de şandeke Amerîkî bi serokatiya Koordînatorê Koşka Spî bo Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Brett McGurk serdana Herêma Kurdistanê dike û ligel berpirsên payebilind bicive.
Li gorî zanayriyan, Di civînan de dê mijara pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê, pêwendiyên di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û pirsa gaza sirûştî ya Herêma Kurdistanê dê werin gotûbêjkirin.
Her li gorî zanyariyan jî, şanda Amerîkayê niha li Bexdayê ye û li wir çend hevdîtinan bi rayedarên payebilind ên Iraqê re dike.