Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi fermî ji bo Omanê hat vexwendin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşemê 18ê Çileya 2023an li Davosê bi Wezîrê Aborî yê Omanê, Seîd Bin Mihemed El-Seqirî re civiya.
Di civînê de pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Sultaniya Omanê de hate gotûbêjkirin, bi taybetî di warê çandiniyê de, ku hinarên Kurdistanê wek yekem berhema çandiniyê ya Kurdistanê, gihîşt bazarên Sultaniya Omanê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi fermî ji bo Sultaniya Omanê hat vexwendin.