PDK-Bakur: Divê tawanbarên êrîşa Mêrdînê bê ceza nemînin

Partiya Demokrat a Kurdistanê – Bakur (PDK-Bakur) li ser êrîşa li Mêrdînê daxwaz kir, hikûmeta Tirkiyê vê bûyerê ronî bike û kujeran radestî dadgehê bike û tawanbar bê ceza nemînin.

Hewlêr (K24) – Partiya Demokrat a Kurdistanê – Bakur (PDK-Bakur) li ser êrîşa li Mêrdînê daxwaz kir, hikûmeta Tirkiyê vê bûyerê ronî bike û kujeran radestî dadgehê bike û tawanbar bê ceza nemînin.

PDK-Bakur diyar kir: “Li ser rê ya Nisêbîna Mêrdînê duh (19.01.2023) pênc hemwelatiyên me yên Herêma Kurdistan bi awayekî hovane hatin kuştin. Kuştina wan diyar e bi plan bû.”

Di peyamê de hat destnîşankirin: “Berpirsiyariya dewletan e ku mafê geştiyaran û jiyana wan biparêze. Mixabin Tirkiyê ew mafê geştiyarên Kurd neparastin. Ev çendîn bûyer in ku mafê hemwelatiyên me yên Herêma Kurdistan tên binpêkirin. Ji ber wê yekê hikûmeta Tirkiye berpirsiyarê vê kuştina hovane ye ku vê bûyerê ronî bike û kujeran radestî dadgehê bike û bê ceza nemînin.”

Herwiha hat eşkerekirin: “Em wek partiyên Kurdistanê heta ku kujerên wan bên girtin û cezadan, wan êrîşên hovane bişopînin.”

Partiya Demokrat a Kurdistanê – Bakur (PDK-Bakur) dibêje: “Em bi xemgîniyeke zêde sersaxî ji malbata pênc hemwelatiyên Kurdistan û Serokatiya Herêm û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistan û hemû Duhokiyan dixwazin.”

Şeva 19ê Çileyê, li ser rêya navbera Nisêbîn û Mêrdînê li dijî otomobîleke welatiyên ji Duhokê êrîşeke çekdarî hate kirin, di encamê de 5 kesan canê xwe ji dest dan.

Parêzgarê Merdînê ragihand, di lêpirsînan de 4 kesên bi navê M.Ş, F.A, A.Y û A.K ku wek gumanbarên bûyerê tên dîtin bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê hatin desteserkirin.

Îro Înê 20ê Çileyê, bi fermana Serdozgeriya Komarî ya Mêrdînê 2 kesên din jî hatin desteserkirin û hejmara kesên ku hatine desteserkirin, bû 6 kes. Serdozgeriya Komarî ya Mêrdînê da zanîn ku lêpirsîna derbarê bûyerê de bi baldarî didome.

Fly Erbil Advertisment