Dilşad Seîd peyameke piştgiriyê ji bo xelkê Efrînê belav kir
Muzîkjenê Kurd Dilşad Seîd ku xelata “Cemîl Horo û Bevê Selah” wergirtiye, peyameke piştgiriyê ji bo ziyandîtiyê erdhejê yên xelkê Efrînê şand û banga piştgiriya herêma Efrînê kir.

Navenda Nûçeyan (K24) - Muzîkjenê Kurd Dilşad Seîd ku xelata “Cemîl Horo û Bevê Selah” wergirtiye, peyameke piştgiriyê ji bo ziyandîtiyê erdhejê yên xelkê Efrînê şand û banga piştgiriya herêma Efrînê kir.
Dilşad Seîd di peyama xwe de dibêje: “Ne dîrok, ne erdnîgarî, ne siyaset û ne jî cîhan, di êş û azarên kurdan de li gel kurdan rawestiyan, heta ku xezeba erd, biyolojî û xwezayê bi ser wan de hat, mixabin, bê rehm û vê yekê jî zêdetir êş û azar li wan kir, bi taybetî di van rojên dijwar ên ku ew tê re derbas dibin. Kurdan li vir û di vê hevkêşeyê de, mixabin herî zêde bandor û zirar dîtine.”
Seîd diyar dike: “Piştî erdheja ku li Cindirês û Efrîn da, ev rewşa karesatbar derdixe holê û cihê gumanê nîne ku di piraniya nakokî û milmilaniyên li herêmê heye, ku Kurd bi giştî û Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi taybetî, ew aliyê herî lawaz û herî zêde di hevkêşeyê de, li gorî hevrêyên xwe yên li herêmê, êş û azaran dikişînin.”
Herwiha destnîşan dike: “Li vir, bi taybetî di rewşên mirovî û rewşên trajîk ên wiha de, divê mirov cudahiyê nexe di navbera komek û komeke din de, an jî di navbera aliyek û yê din de, ji ber şert û mercên awarte û rewşên trajîk ên ku li herêmên kurdî dijîn, bi taybetî devera Cindirês-Efrînê.”
Dilşad Seîd destnîşan dike: “Nedîtina çareseriyeke adilane ji vê pirsê re, çi xwezayî be, çi ji destê mirovî be, bêguman wê bibe sedema aloztirbûna rewş û nearamiya navçeyê û herwiha dê encamên neyînî û giran, ne tenê ji bo kurdan, lê belê ji bo hemû herêmê û gelê wê hebe.”
Herwiha diyar kiriye: “Li vir ez xemgîniya xwe ya kûr ji ber bûyerên ku li Efrînê bi serê xwişk û birayên min de hatin radigihînim û ez bang li hemû aliyan dikin ku bi her awayî piştgiriya herêma Efrînê bikin di vê rewşa dijwar de.”