Îtîlaf: Serdana şanda Parlamenterên Ereb bo Şamê şaşiyeke mezin e

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevpeymaniya Opozisyona Sûriyê (Îtîlaf) ragihand, ew tiştên ku hin welatên Ereb ji bo asayîkirina pêwendiyan bi Şamê re dikin, “şaşiyeke mezin e”.
Îtîlaf duhî Duşemê di daxuyaniyekê de got “her hewildanek ji bo vegerandina vê rejîmê, qebûlkirina tawan û hovîtiya wê ye û çirayeke kesk e ji bo berdewamkirina êrîşên wê li ser gelê Sûriyê”.
Ev yek piştî wê tê, şandeke Yekîtiya Parlamanterên Erebî, ku ji serokên parlemanên Iraq, Urdin, Filestîn, Lîbya, Misir û Îmarat û hin parlamenterên din ên ji Oman û Lubnanê pêk hatibû, serdana Şamê kiribû û ligel Serokê Sûriyê Beşar Esed civînabû.
Civîna Şanda Erebî ya ku li Koşka Gel li Şamê hate lidarxistin, ji aliyê çavdêran ve weke nîşaneke nû ya başbûna pêwendiyên ligel Esed tê dîtin ku bêtir ji deh salan e ew pêwendî sar bûbûn.
Di vê derbarê de Îtîlafê daxuyaniya xwe de got: “Gelê Sûriyê ku ji deh salan zêdetir e qurbanî dane, qebûl nake careke din rêjîma Esed li ser wî were ferzkirin.”
Tekez kir jî: “Her çiqas gelê Sûriyê ji civaka navdewletî bê hêvî be jî, ku nekarî sûcdarê şer berpirsyar bibîne, ne jî biryarên ku garantiya veguhestina siyasî ya Sûriyê bi cih bîne. Gelê Sûrî di xebata xwe de berdewam be heta digihe armanca xwe ya bilind a avakirina Sûriyeke nû ya azad ku tê de ti cîh ji rêjîma Esed re tune ye.”
Her wiha Îtîlafê bang li Parlementerên Ereb ên ku duhî serdana Rêjîmê li Şamê kiribûn kir jî ku serdana qurbanî û ziyandîtiyên erdhejê li bakurê rojavayê Sûriyê bikin.
Pêwendiyên Sûriye ji sala 2011an, ji dema destpêkirina xwepêşandanên li dijî rêjîma Esed ve bi welatên Erebî re sar bûbûn. Komkara Erebî jî di heman salê de endamtiya Sûriyê rawestand û gelek welatên Ereb balyozên xwe ji Şamê vekişandin.