Li Diyala di êrîşa çekdarî de 8 kes hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderekî ewlekariyê îro Sêşemê ragihand, li navçeya Muqdadiye ya li parêzgeha Diyala di 2 êrîşan de 8 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûne.

Jêderekî ewlekariyê ji K24ê re ragihand, di encama wan her du êrîşan de 8 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane ku di nava wan de parêzerek, hevjîna wî û 2 zarokên wî hebûn. Her wiha 3 welatiyên din jî birîndar bûne.

Çekdaran li gundê Hezîniye yê li navçeya Miqdadiyê êrîşî malbat şêxekî kirin, piştre jî bombeyek bi otomobîla parêzer û malbata wî de teqiya.

Bûyer hê jî di bin lêkolînê de ye, di heman demê de tedbîrên tund ên ewlehiyê hatine standin û hêzên ewlehiyê li herêmê hatine bicihkirin.

Endamê Parlamentoya Iraqê Taha El-Mecmaî eşkere kir, Serokwezîr Mihemed komîteyek bilind ji bo lêkolînkirina rastiyan derbarê binpêkirinên ewlehiyê li parêzgeha Diyalayê ava kiriye.

El-Mecmaî ji “Bexda Îro” re got ku li Diyalayê vê dawîyê bûyerên kuştinê zêde bûne û vê yek nîgeraniya giştî zêde kiriye.