Demîrtaş bo Akşener: Tu bizanibe ku em Kurd in, em di doza xwe de jî mafdar in

Selahattin Demirtaş, ji Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎ Meral Akşener re nameyeke vekirî şand.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê zindanîkirî ye, ji Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎ Meral Akşener re nameyeke vekirî şand.

Selahattin Demirtaş li ser hesabê xwe yê Twitterê nameyeke vekirî ji Meral Akşener re şand û diyar kir, ew wek dengderekî HDPê, dê li gor biryara partiya xwe dengê xwe bide.

Demîrtaş destnîşan dike: “Partiya me HDP, wek Partiya ÎYÎ rewatiya xwe ji gel wergirtiye. Di ser de jî, gel ji partiya we (Partiya ÎYÎ) zêdetir deng dide HDPê û gel HDP kiriye partiya sêyem a Tirkiyê.”

Herwiha diyar dike: “Hûn wek beşek ji Hevpeymaniya Miletê, we li hember partiyên di hevpeymaniya we de jî, bi awayekî dijwar muzakere kir. Siyaseta muzakereyê ya ku ji bo we rewa ye, gelo çima ji bo HDPê ne maf e?”

Nameya Selahattin Demîrtaş bo Meral Akşener wiha ye:

Birêz Seroka Giştî, ez vê nameyê bi nasnameya xwe ya dengdêriya  HDPê dinivîsim. We wek serokên Giştî yên Partiyên Tifaqa Millet û namzedê wê birêz Kemal Kiliçdaroglu  û 2 serokên şeradariyan karekî dijwar danî ser milê xwe. Berî her tiştî ez daxwaza serkeftinê û serxêriyê li we dikim. Bi qasî ku ez dinêrim ji bilî birêz Kiliçdaroglu û we serokên din ên giştî, dengdêrên HDPê jî di nav de  hemû civak dixwaze li dor hêviya guherîna demokratîk bibin yek.  Ger hûn bibêjin na, em piştevaniyê  ji dengdêrên  HDPê dixwazin, lê em li dijî muxatab wergirtina  HDPê ne , divê bêjim ku min jî weke dengdêrên partiyên din mafê parastina mafên xwe yên siyasî û  berpirsyariya wan daye HDPê. Ji ber wê jî biryara HDPê ya ku ez gelekî pê bawer im, bo kîjan alî be tercîha min a dengan jî di heman alî de ye. Partiya me HDP jî weke ÎYÎ Partiyê rewatiya xwe ji  gel girtiye. Her wiha gel ji partiya we zêdetir eleqeyê nîşanî  HDPê didin û HDP kirine partiya sêyem a Tirkiyê.

Ji xwe hûn li Parlamentoyê  bi HDPê re mil bi mil û di komîsyonan de li ser heman maseyê rûdinin. Dema parlamenterê me birêz Nîmetullah Erdogmuş dem bi dem Parlamentoyê bi rê ve dibe hûn ji hebûna me ya li Parlamentoyê jî agahdar dibin.

Birêz Seroka Giştî, di demekê de ku berî vê hilbijartina dîrokî, piraniya civakê hewil didin bi sloganên “em dê bihevgirtinê biserbikevin” hewil didin hêviyê mezin bikin, ez wisa difikirim ku hinek daxuyanî û nêzîkatiyên we yên li hemberî partiya me HDPê ji bo vê yekê ne guncav in.  Ez wekî dengdêrekî HDPê ji bo ku hûn we baş fêm bikin  di zelalkirina hinek mijaran  de sûdek mezin dibînim. Weke beşek ji hevpeymaniya Millet we prsoseyeke bi bandor a danûstandin û gotûbêjê meşand. Çima siyaseta lihevkirin û gotûbêjê   mafê we ye, ne mafê HDPê ye? Ez bawer im ku hûn dengdêrên  HDPê wekî welatiyên asta duyem, bê îrade nabînin. Wê demê, ma çi pirsgirêk di wê yekê de ye ku HDP gotûbêjan  ligel namzedê Serokomariyê bike  ku dê dengê xwe bidin wî? Jixwe HDPê çendîn car ragihandiye ku sernavên lihevkirinê, di belgenameya hewlwêstê ya Îlona 2021ê de ne ku ji  11 maddeyan pêk tê ne tiştên veşartî ne. Eger HDP biryara piştevaniyê bide, bi egereke mezin Kiliçdaroglu dê bibe Serokomar û hûn jî dê bibin alîkarê Serokomar. Her wiha partiya we jî dê çend wezaretan werbigire.

Birêz Seroka Giştî, di vê rewşê de divê ez bi eşkere bipirsim:

1- Wek dengdêrek HDPê, gelo hûn dengê min dixwazin? Di demekê de ku hûn dê bi dengê min rûnin ser postê alîkariya Serokomar hûn çawa difikrin ku min razî bikin? Di vê navê de  ez bînim bîra we ku  di hilbijartinên xwecihî de we ne got em dengên HDPê naxwazim ku bûn sedema serkeftina şaredarên Hevpeymaniya Millet.

2- Tevî ku HDPê daxwaza wezaretan nekiriye hinek hevalên we bi gotina “Em wezaretan nadin HDPê” dilê dengdêrên me hiştine û ew cihêkirine. Niha eger ev hevalên we namzedin  ku bi dengên dengdêrên HDPê rûnin ser kursiyên wezaretan ma ne divê me razî bikin?

3- Tevî ku HDPê ragihandiye ew  ji bilî bingehên demokratîk ti daxwazan nakin we got: “CHP dikare ligel HDPê diyalogê bike lê nikare tavîzan bide û nikare van daxwazan bîne ser maseyê.” Ma hûn daxwazên li ser demokratîkbûnê weke tavîz dibînin? Eger hûn bibin desthilat daxwazên HDPê neyên ser maseya we hûn kîjan maseyê pêşniyar dikin? Hûn plan dikin weke ku ev 50 sal tê kirin ma bo maseya “Rûbirûbûna Terorê” bişînin?

4- Dengdêrên HDPê û HDP jî ti carekê helwesteke ferzker, siyaseta serwer, nêrîna ji jor   û lihevkirina di asta mil de qebûl nake. Em ti rê û rêbazeke din a ji bilî çareseriya pirsan di qada siyaseta demokratîk de û di nav aşitiyê de qebûl nakin. Ti rêûrêbazeke din a hûn pêşniyar bikin heye?

Selahattin Demirtaş di dawiya nameya xwe de bi zimanê Kurdî diyar dike: “Peyva dawî, birêz Akşener bila tu bizanibe ku em Kurd in. Em gelê Kurd xwedî nasname, ziman, çand, huner û dîrok in. Em di doza xwe de jî mafdar in. Bila qet neyê jibîrkirin.”

 

Fly Erbil Advertisment