Blokeya li ser hesabê darayî yê HDPê hat rakirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê, bi piraniya dengan, blokeya li ser hesabê xezîneyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) rakir.

Proseya doza girtina HDPê ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind ve hatiye vekirin didome, li ser vê dozê di 5ê Çileyê de biryar hatibû dayîn ku hesabên HDPê yên ku alîkariyên darayî yên xezîneyê tê de hene, werin blokekirin.

Daxwaza HDPê ya derbarê rakirina vê blokeyê, ji aliyê Encûmena Giştî ya Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê ve hat nirxandin.

Dadgehê biryara blokekirina hesabê alîkariya darayî ya HDPê betal kir. Hat diyarkirin ku biryar li hember 7 dengan, bi dengên 8 endamên dadgehê hatiye dayîn.

Fly Erbil Advertisment