Parlamenterê berê yê HDPê Îbrahîm Bînîcî hat girtin

Navenda Nûçeyan (K24) –Medyaya Tirkiyê ragihand, Parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îbrahîm Bînîcî ji aliyê polîsan ve hat girtin.
Li gorî medyaya Tirkiyê, parlamenterê berê yê Ruhayê yê HDPê Îbrahîm Bînîcî, duhî li mala xwe ya Enqerê hat binçavkirin û ji bo girtîgeha Sîncanê hat birin.
Hat zanîn ku Îbrahîm Bînîcî ji ber axaftina di sala 2013'an de li Wêranşarê di çarçoveya xebatên partiyên siyasî de kiribû, ji aliyê 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê salek û 18 meh cezaya girtîgehê lê hatibû birîn, ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat pesendkirin, hat girtin û ji bo Girtîgeha Sîncanê hat birin.
Cezayê girtinê yê ku di sala 2020an de ji bo Bînîcî bi îdiaya "propagandaya rêxistina terorê" hatibû dayîn, li ser îtirazê derketibû Dadgeha Bilind û di Çileya 2022an da cezayê girtinê erê kiribû. Bînîcî piştî biryara erêkirina Dadgeha Bilind, hat girtin.