Çîn û Amerîka di budceya serbazî de pêşbaziyê dikin

Pentagon di budceya serbazî ya sala 2023an de 100 milyar Dolar ji bo rûbirûbûna gefên Çînê û operasyonên derve terxan dike.

Hêzên Amerîkayê, wêne: arşîv
Hêzên Amerîkayê, wêne: arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Pentagon di budceya serbazî ya sala 2023an de 100 milyar Dolar ji bo rûbirûbûna gefên Çînê û operasyonên derve terxan dike.

Wezareta Berevanî ya Amerîkayê (Pentagon) di budceya sala 2023an de 100 milyar Dolar ji bo rûbirûbûna gefên welatê Çînê û operasyonên derveyî Amerîkayê terxan dike.

Koşka Spî daxwaz kiribû ku budceya berevaniyê ya sala 2023an a Amerîkayê zêdetirî 886 milyar bide, ku dike %3.2 budceya giştî ya welat, eger Kongres rizamendî li ser vê daxwaz bide, dê bibe budceya herî mezin a serbazî ya dîroka Amerîkayê.

Li hember wê jî, Pekînê ragihand, budceya serbazî ya welatê Çînê di sala 2023an de, dibe 225 milyar Dolar, bi vê yekê jî dibe duyem budceya herî mezin a serbazî ya cîhanê.

Fly Erbil Advertisment