Mesrûr Barzanî: Hêvîdar im kultura pêkvejiyan û tebayî di navbera pêkhateyên cuda ên Kurdistanê de bi giştî bi pêş bikeve

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya cejna Qiyamê, peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de hat: “Hêvîdar im kultura pêkvejiyan û tebayî di navbera pêkhateyên cuda ên Kurdistanê û gelên cîhanê bi giştî pêş bikeve û aştî û aramî pêk were.
Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî:
Bi boneya hatina cejna Qiyamê yê hezretî Mesîh (silavên Xwedê lê be) germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû Kirîstiyanên Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê dikim. Hêvîdar im ku hûn rojên cejnê di keşeke aram, bextewar, şadî û xweşî de derbas bikin.
Bi vê boneyê hêvîdar im ku kultura pêkvejiyana û tebayê di navbera pêkhateyên cuda yên Kurdistanê û gelên cîhanê bi giştî de bi pêş bikeve û aştî û aramî pêk were.
Cejna we pîroz be û her dem di xweşiyê de bin.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê