Serokê Herêmê û Serokwezîrê Iraqê tekezî li ser cîbicîkirina rêkeftina hinardekirina petrolê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro şemiyê danê êvarê li Bexdayê di berdewamiya hevdîtin û civînên xwe de, ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî civiya.
Li gorî malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştgîriya Herêma Kurdistanê bo Serokwezîr û Hikûmeta Federal a Iraqê û cîbicîkirina karnameya wê dubare kir. Her wiha pesnê pêngav û hewlên birêz Sûdanî ji bo cîbicîkirina karnameya hikûmetê û rêkeftina siyasî ya Hevpeymaniya Birêvebirinê kir.
Hat gotin jî: “Ji aliyê xwe ve, birêz Sûdanî spasî û pêzanîna xwe ji bo rola Serok Nêçîrvan Barzanî û hewlên wî yên berdewam ji bo nêzîkkirina aliyan û çareserkirina pirsgirêkan nîşan da. Her wiha tekezî li ser berdewamiya diyaloga di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de ji bo çareserkirina pirsgirêkan kir.
Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn jî, “Her du alî hevnêrîn bûn li ser pêwîstiya cîbicîkirina rêkeftina destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û piştevaniya aliyên siyasî yên li Encûnema Nûneran ji bo derbaskirina yasaya bûdceya Iraqê. Her wiha tekezî li ser berdewamiya hevkariyên hevbeş ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de di hemû waran de kirin.