Li Iraqê sizayê darvekirinê bo 7 kesan derçû
Dadgeha Iraqê sizayê darvekirinê bo 7 kesan bi madeya terorê û sizayê zindanîkirina heta hetayê ji bo 2 tometbaran der kir, ku ji wan du tometbar, ji welatê Bangladeşê ne.
Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Iraqê sizayê darvekirinê bo 7 kesan bi madeya terorê û sizayê zindanîkirina heta hetayê ji bo 2 tometbaran der kir, ku ji wan du tometbar, ji welatê Bangladeşê ne.
Dadgeha Tawan a li parêzgeha Zîqarê ragihand, sizayê darvekirin û zindanîkirina heta hetayê ji bo 9 tawanbaran bi madeya terorê û tawanên mezin der kir.
Jêderekî ewlehiyê li parêzgeha Zîqarê diyar kir, di wê biryarê de li gor madeya 4 a terorê sizayê darvekirinê ji bo 7 kesan bi tometa encamdana kiryarên terorîstê hat derkirin.
Herwiha bi tometa kuştina hevalekî xwe di sala borî de li bajarê Nasiriye, sizayê zindanîkirina heta hetayê bi ser du tawanbarên bi eslê xwe ji Bangladeşê hat sepandin.