Li Hewlêrê bi sponsoriya medyayî ya Kurdistan24ê dîdareke bîranîna Enfalê birêve diçe
Bi sponsoriya medyayî ya Kurdistan24ê dîdarek bi amadebûna parlamenterên Herêma Kurdistanê û Iraq û akademîsyen û lêkolînerên biyanî û navxweyî birêve diçe.

Hewlêr (K24) – Îro li bajarê Hewlêrê ji bo bîranîna şehîdên Enfalê, bi sponsoriya medyayî ya Kurdistan24ê, dîdarek bi amadebûna parlamenterên Herêma Kurdistanê û Iraq û akademîsyen û lêkolînerên biyanî û navxweyî birêve diçe.
Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan di daxuyaniyekê de ragihand, di bîranîna 35 saliya şehîdên proseyên Enfalê de, tekezî li ser berdewamiya hewlên nasandina jenosîda tawanên Enfalê li navendên cîhanî û navdewletî dike.
Di daxuyaniya wezaretê de hatiye diyar kirin, ji bo bîranîna şehîdên me, bi taybetî bîranîna şehîdên Enfalê, îsal dîdareke girîng li bajarê Hewlêrê bi amadebûna parlamenterên Herêm û Iraq û akademîsyen û lêkolînerên biyanî û navxweyî birêve diçe.
Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan tekezî li ser daxwazên qurbaniyan dike, da ku hikûmeta federal a Iraqê mijara qerebûkirina ziyandîtiyên destê rejîma berê paş nexe.

