Mesrûr Barzanî: Armanca sereke ya komkujiya Balîsan, Şêx Wesnan û Xoşnawetî jînosîd bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 36emîn salvegera kîmyabaran Balîsan, Şêx Wesanan û Geliyê Xoşnawetî de peyamek belav kir û tê de ragihand, ti demê qurbaniyan ji bîr nakin û bi rêz bîranan wan dikin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 16 Nîsana 2023an li hejmara xwe tora civakî peyamek belav kir û ragehand: “Îro 36 saliya canjidestdana bi sedan kurd e ku ji aliyê Seddam Husên ve hatin kîmyabarankirin.”

Her wiha got: “Armanca sereke ya vê komkujiyê, jînosîd bû, ti demekê ji bîr nabe. Em xemgîn in li ser wan qurbaniyan û malbatên wan û em bîranîna wan bi rêz û hurmet bi bîr tînin.”

Fly Erbil Advertisment