Serokwezîr Mesrûr Barzanî nêzîkî 15 milyar dînar ji bo parêzgeha Silêmaniyê xerc dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî nêzîkî 15 milyar dînar ji bo parêzgeha Silêmaniyê xerc dike.

Fermangeha Meday û Zanyariyan a Herêma Kurdistanê ragihand, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 17ê Nîsana 2023an razemendî li ser xerckirina 14 milyar û 975 milyon dînaran ji bo parêzgeha Silêmaniyê pesend kiriye.

Ev pere dê ji bo veguheztin û berhevkirina çopê li sînorê Şaredariya Silêmaniyê were xerckirin.

Xerckirina vê birê pereyan, beşeke ji giringîpêdana Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo xizmetkirina welatiyên Herêma Kurdistanê ye bi berçavgirtina berjewendiya giştî li parêzgehan û îdareyên xweser ên Herêma Kurdistanê.

Ew birê pereyan dê ji bo bûdceya Şaredariya Silêmaniyê di heyama kêmtir salekê de were xerckirin.

Fly Erbil Advertisment