Serokê Ukraynayê serdana herêma Donetskê kir
Volodimir Zelensky serdana yekeyên serbazî yên li herêma Donetskê kir û ligel fermandarên artêşê civiya û rewşa şer û pêwîstiyên artêşê gotûbêj kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky serdana yekeyên serbazî yên li herêma Donetskê kir û ligel fermandarên artêşê civiya û rewşa şer û pêwîstiyên artêşê gotûbêj kir.
Bi heman şêwe, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin jî bi serdaneke nişkeva serdana yekeyên serbazî yên Rûsya yên li navçeya Khersonê ya li başûrê rojhilatê Ukraynayê kir.
Di serdana xwe de Serokê Ukraynatê fermandar û serbazên xwe xelat kir û ragihand, siberoja Ukraynayê di destê wan serbazan de ye.
Volodimir Zelensky got: “Ez gelek xweşhal im ku we dibînim û destê we yê bihêz digrim û dizanim ku siberoja Ukraynatê di nav van destan de ye.”
Zeleksky herwiha got: “Ez şanaziyê dikim ku Ukrayna xwedî van cûre kesên bihêz heye, ez spasiya we dikim, xweragir bin û bi silamet bin, siberoja we bi we ve girêdayî ye.”