Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê: Li Mûsilê hemû kampên awareyan hatin girtin
Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ragihand, piştî girtina Kampa Cedie 5 ya li parêzgeha Neynewayê, li parêzgehê dawî bi dosyeya awareyan hat.
Hewlêr (K24) – Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ragihand, piştî girtina Kampa Cedie 5 ya li parêzgeha Neynewayê, li parêzgehê dawî bi dosyeya awareyan hat.
Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê îro sêşemê 18ê Nîsana 2023an ragihand, piştî vegera dilxwazî ya awareyên parêzgeha Mûsilê, li gor plana hikûmeta Iraqê ji bo bidawîanîna dosyeya awareyan, Kampa Cedie 5 a li wê parêzgehê hat girtin.
Herwiha Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê eşkere kir, bi vî awayî dosyeya awareyan li parêzgeha Neynewayê bi dawî hat, tenê navenda Cedie 1 ji bo amadekariya derûnî ya awareyan li parêzgeha Mûsilê maye.